19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn
Li berdevka berê ya demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn û biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Li berdevka berê ya demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn û biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Têkildarî cezayên cuda yên li Ayşe Gokkan hatin birîn li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a li Amedê rûniştina pêncemîn hate kirin. 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn.
Rûniştin li ser wê dozê hate kirin ku bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 2 caran; yek jê 12 sal, yek jî 7 sal û 6 meh, bi îdîaya "alîkariya bi rêxistinê re" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hatibû birîn û ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû xerakirin.